Li Manîsayê berhevkirina tirîyan payîzê jî dewam dike

Manisa
MANÎSA (AA) - Li Manîsayê cotkar tirîyan ji rezên sergirtî berhev dikin û difroşin.
Li Sarigola navçeya Manîsayê di meha tîrmehê da ser 100 hezar donim rezên tirîyan hat girtin ku ew heta dawiya payîzê bikaribin bên berhevkirin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Metîn Ozturk ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Tirkiyeyê di vê demsalê da tu derê tirî nemînin jî, li Sarigolê hê jî tirî hene.
Ozturk got bi saya sergirtina rezan heta dawiya çileya pêşîn jî tirî tên berhevkirin û wiha axivî: "Dema hûn dereng berhev bikin, bihayê wê jî zêde dibe. Dema zêde tirî tunebin qîmeta wan jî zêde dibe. Li vir tişta girîng sergirtina rezên tiriyan e."
Hasan Gedîkogluyê karê tirîyan dike jî got di tîrmehê da kîloya tirîyan 12-13 lîre ye, lê di meha mijdarê da ew heta 40 lireyî jî dikare bê firotin.
Gedîkoglu wiha axivî: "Dema em zû berhev dikin zêde pere qezenc nakin. Divê em hinekî bisekinin. Heke em bikaribin heta meha mijdarê û çileya pêşîn bendê bin wê demê em hinekî baş qezenc dikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.