Fatma Sevinç Çetin
28 Mijdar 2023•Rojanekirin: 29 Mijdar 2023
Ji bo rojhilatê Marmarayê tê texmînkirin ku îşev taviyeke baranê ya giran dê were.
Li gorî texmîna Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, ji îşev pê va taviyeke baranê ya giran û bi birqetav li Tekirdag û hêla Ewropayê ya Stenbolê dê dest pê bike û sibê şefeqê li seranserê Stenbolê, piştî nîvro li dewrûbera Kocaeliyê, ji êvarê pê va jî li Bursa, Yalova, Bilecik û Sakaryayê dê bandora xwe nîşan bide.
Li hemberî rewşên neyînî yên wekî lehî, birûsk, ba û bahozê meriv divê bi tedbîr û baldar be.