Li rojhilatê welêt sir û serma bi tesîr e

Erzurum
Li Erzirom, Erdexan, Qers û Agiriyê sir û serma tesîra xwe didomîne.
Li Erziromê barîna berfê û bagera pêr tesîra xwe nîşan da, vegerand serma û hişkiyê.
Li bajarê ku germahî bi şev daket 11 pileyan bin sifrê, li ser rê û peyarêyan cemed çêbû. Her wisa li bajêr bi baniyên avahiyan va şembelûk daliqîn û camên wesayîtan cemed girt.
Hin welatiyan camên wesayîtên xwe bi cilikan nixumandin da ku cemed negrin.
Li Erziroma ku şadirwan, kuçe kolan û daran cemed girt, ekîbên şaredariyê xebatên xwe yên avêtina berfê û rêxwêkirinê didomînin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî sir û serma tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li bajêr ji ber hişkiya ku 2 roj e berdewam e, rêyan cemed girt.
- Qers
Li Qersê piştî ku berf barî serma çêbû û sermayê tesîreke nebaş li ser jiyanê kir.
Ji ber sermayê qeşa çêbû, welatiyan betanî avêtin ser wesayîtên xwe ku qeşa çênebe.
Li navçeya Sariqamîşê jî li ser banê avahiyan şembelûk çêbûn, paceyên mal û kargehan qeşa girt.
Hin gol û çemên navçeyê jî ji ber sermayê qerisîn.
Daristanên sariçamê bi berfê nixumîn bala wênekêşan dikşînin.
Wênekêş Gursoy Solmaz got dîmenên zivistanê yên Sariqamîşê pir xweş in û divê ew bên qeydkirin.
- Agirî
Li Agiriyê jî sir û serma heye.
Li bajêr paceyên wesayîtan qeşa girt.
Li ser dar û beran qiravî çêbû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.