Muhammet Mutaf,Günay Nuh,Anıl Aydın,Cüneyt Çelik,Abdullah Söylemez
30 Mijdar 2023•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2023
Li Erzirom, Erdexan, Qers û Agiriyê sir û serma heye.
Li Erziromê 3 roj berê berf barî û bager rabû, paşê serma çêbû.
Li bajêr germa hewayê bi şev 9 pile di binê sifirê da hat pîvan û bi baniyên avahiyan va şembelîlk daliqîn.
Li Erziromê li ser peyarê û rêyan cemed çêbû, camên wesayîtan qeşa kişand. Hin welatiyan jî cilik avêtin ser camên wesayîtên xwe.
Şadirwan qerimîn, dar, kuçe û kolanan cemed girt. Ekîbên şaredariyê xoy reşandin û berf avêtin.
- Erdexan
Li Erdexanê sir û seqem heye.
Di sir û seqemê da cemed çêbû. Piraniya rûyê Çemê Kurayê cemed girt.
- Qers
Li Qersê piştî barîna berfê serma çêbû û camên wesayîtan qeşa kişandin. Hin welatiyan betanî avêtin ser wesayîtên xwe.
Li navçeya Sariqamîşê jî ji ber sir û sermayê daran qiravî girt.
- Agirî
Li Agiriyê jî serma heye.
Li bajêr qismekî robaran cemed girt, camên wesayîtan qeşa kişand.