Muhammet Mutaf,Yunus Hocaoğlu
26 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2023
Li Şenkayaya navçeya Erziromê, eskerên ku di Şerê Cihanê yê Yekem da di Herekata Dorpêça Sariqamûşê da û di pevçûn û seqema li çiyayên Allahuekber û Soganliyê da şehîd bûn, bi merasimê hatin bibîranîn.
"Bernameya Bibîranîna Şehîdên Eniya Qafqasê ya Herekata Sariqamûşê" ya bi pêşengiya Walîtiyê hat lidarxistin, bi xwendina diayan û danîna qurnefîlan a li Şehîdiya Zozana Bardizê va dest pê kir.
Dû ra tîma mehteranê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê tevî protokolê li Taxa Gazilerê meşiyan û hatin qada merasimê û her wiha li vir pêşandan pêk anî.
Li Qada Şehîdên Allauekberê ya li Taxa Gazilerê rawestîna rêznîşandanê hat kirin, Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.
Di merasimê da bilindkirina Sancaxa Alaya 85emîn a bi mînareya mizgefta gund va wek temsîlî hat dubarekirin.
Piştî bilindkirina sancaxê, bang hat dayîn, ji hêla eskeran ji bo bîranîna şehîdan 3 car gule hatin teqandin.
Piştî axaftina protokolê çalakî bi dawî bû.