ERZÛRÛM
Li navend û navçeyên Erziromê ji ber ku berf zêde barî rojek navber dan perwerdeyê.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Erziromê, ji ber ku berf zêde barî, li navend û navçeyên bajêr, di pêşdibistan, dibistana seretsayî, lîse û navendên perwerdê yên taybet de rojek navber dan perwerdeyê.
Di vê navberê de Walî Ahmet Altiparmak, li ser hesabê xwe yê twîtterê wiha nivisî: "Ji ber berfê li hemû pêşdibistan, dibistana seretayî û lîseyan walîtiya me navber da perwerdeyê."
Herwiha ji bo astengdar û ducaniyan jî destûra îdarî hat dayîn.