ÎSTANBÛL
Abdurrahman Atmacayê ku wek "Evdo Axa" jî dihat nasîn û ji 4 jinan 56 zarok û nêzî 400 neviyên wî hene, di temenê xwe yê 98 salî de çû rehmetê. Cinazeyê Abdurrahman Atmacayê ku ji Erziromê bû, li Îstanbûlê hat definkirin.
Abdurrahman Atmaca li gundê Kosehesenê ya ku girêdayî navçeya Karayaziya Erzorimê ye di sala 1916an de hat dinyayê, Atmaca bi 4 jinan re zewicî û ji 4 jinan 7 jê keçik 56 zarokên wî çêbûn. Atmaca li Tirkiyeyê wek "Bavê ku herî zêde zarokên wî hene" dihat nasîn û bû mijara nûçeyan.
Ji bo Abdurrahman Atmaca li Mizgefta Fatihê merasima cenaze hat lidarxistin.
Bi sedan zarok, nevî û merivên "Evdo Axa" û axayên eşîra Dimiliyan jî di merasimê de amade bûn. Nêzî 5 hezar kes başdarî merasima cinazeyê "Evdo Axa" bûn. Wezîrên berê, gelek parlementer, serokên partiyan ên navçeyan, Serokê Şaredariya Eyupê Îsmaîl Kavûncû û serokên berê yên şaredariyan jî beşdarî merasima cenazeyê Evdo Axa bûn. Namzedê CHPyê yê Şaredariya Mezin a Îstanbûlê Mustafa Sarigul jî çelenk şand merasimê.
Cinazeyê Evdo Axa piştî nimêja cinazeyê li Goristana Eyup Sultanê hat definkirin.