AGRÎ
20 jinên ku di destgeha ku li Agiriyê hatiye sazkirin de hûnerên seramîk û çîniyê hîn bibûn tiştan çêdikin û difroşin û alîkariya debara malê dikin.
Şaxa Agiriyê ya Weqfa KAMERê bi alîkariya Bernameya Piştevaniya Civakî (SODES) ve projeya bi navê "Jin ji Xweliyê Çêdikin" amade kir.
Ev proje ewilîn tê lidarxistin û jin beşdarî projeya "destgeha seramîkê" dibin û ji hîndekar Adalet Yilmaz Aslanê perwerdehiya hûrgiliyên hunerê hildidin.
Jin hem dibin xwediyê pîşeyekî hem jî demên xwe yê vala derbas dikin. Ji bo ku xebatên xwe bidomînin ji rayedaran piştgiriyê dixwazin.