KARS
Cirîdbaz li Kekeça gundê Sêlimê kom bûn û di nav berfê de cirîd avêtin. Komek xort ji bo ku cirîd neyê jibîrkirin, li gundê Kekeçê civiyan û di nav berfê de cirîd avêtin.
Xortên ku ji gundên girêdayî navçeyê ne bûn du tîm û beriya cirîdê ji bo ku hespên wan newestin, qedera 20 deqîqeyan hespên xwe gerandin.
Pêşbirka cirîdê 3 saetan dewam kir û welatiyan eleqeyeke mezin pêşbirkê şopandin.