BALIKESÎR (AA) - Ava Gola Manyasê ya wek "Bihuşta Çûkan" tê bi nav kirin, ji ber hişkayiyê ji sedî 28an kêm bû û 200 mêtro vekişiya.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji 25emîn Midûryeta Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) yê Harêmê girt, ji îlona borî vir ve bi salan şiliya herêmê ji sedî 16an kêm bû. Di rojên dawî de hewaya Balikesîrê wek hewaya biharê ye û ava golê jî kêm bû. Mezinahiya gola ku wek "Bihuşta Çûkan" tê zanîn 690 milyon mêtrokûpî ye. Ji ber hişkayiyê ava golê ji sedî 28an kêm bû.
Hat diyar kirin ku li gor planên salane yên DSÎyê di meha gulanê de, divê di golê de 525 mêtrokûp av hebûya. Li gor daneyan niha ava golê 199mêtrokûp e. Ji ber ku baran dereng barî ava golê vekişiya. Heta niha pirsgirêkekê pir girîng derneket, lê heta gulanê baran nebare dê pirsgirêk derkevin holê.