04 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
ARDAHAN
Li navçeya Çildira Erdêxanê 4emîn Şahiya Navneteweyî ya Gola Krîstal Çildirê dîmenên ciwan pêşkêşî temaşevanan kir.
Festîvala ku li ser gola qeşagirtî hat amadekirin ji aliyê geştiyarên xwemalî û biyanî û welatiyên li bajarên derdorê rastî eleqeyeke mezin hat.
Şahiya li ser cemeda 50 santîmetreyî bi xizanga hespan, pêşbaziya hespên rehwan, pêşbaziya tîrkevaniya bihesp, patêna cemedê, pêşbaziyên kaşûnê û çalakiyên curbecur hat organîzekirin bi coş û xiroş derbas bû.
Di pêşbaziyan de dîmenên rengîn derketin holê û reqîban ji bo yekembûnê hesp bezand. Di pêşbaziyê de hin kes ji ser hespan ketin û di nav berfê de winda bûn.
Waliyê Erdêxanê Îbrahîm Ozefe diyar kir ku bajarê wan hem havîn hem jî zivistanan dikare bibe navenda gelek organîzasyonan.
Herwiha anî ziman ku bi saya bernameya navendên cazîbeyê dê febrîqe û veberhênan jî li Erdêxanê çêbibe.