ERBÎL
Serçawe radigihînin ku sê milîtanên PKKê, li ber mala Nizamettin Taş û Osman Ocalanê ku birevebirên berê yên PKKê bûn, ji bo girtina dîmenan kamera bi cih kirine. Piştî 24 saetan dema ku milîtanan xwestine vegerin û kamerayên xwe wergirin, li ser kar hatine desteserkirin. Dema ku pasebanên Taş jî xwestine ku PKKyiyan desteser bikin, şerê çekdarî rûdaye. Li pey rûdawê kesek birîndar bûye, yek hatiye girtin û yek jî reviyaye.
PKKyiyê birîndar jî ji bo dermankirinê niha li nexweşxaneya Silêmaniyê ye.
Nizamettin Taş jî der barê bûyerê de daxûyaniyek da AAyê û di gel pesendkirina mijarê, anî ziman ku ew ji tehlûkeyeke mezin filitîne. Taş, da zanîn ku eger êrîşkar di hewildana xwe de bi ser biketana, dê komkujiyeke mezin çêbikirana. Lewra planên xwe li gorî wê çêkirine.
Birêvebirê berê yê PKKê Nîzamettin Taş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Sê kesên ku ji çiyê hatine, kamerayan li derdora mala me bi cih dikin. Me bi tesadufî ew kamera dîtin. Ji ber ku kamera li ser 24 saetan saz kirine, êvarê bi erebeyeke plaqa Hewlêrê hatin. Di esnayê wergirtina kamerayan de, pasebanên me xwestin ku wan bigirin. Li ser vê yekê jî gelek mixabin ku di navbera PKKyî û kevnePKKyiyan de pevçûn derket.”
Taş, bal kişand li ser wê yekê ku di hedefa êrîşê de ew bi xwe hebûne û wiha pê de çû: “Em dizanin ku ev kes PKKyî ne. Di vê de ez hîç gumanbar nînim. Ji dîmenên ku hatine kişandin tê fêmkirin. Ev ne provokasyoneke kesên ji derve ye, lewra ev rasterast kadroya PKKê ne. Wer dixuyê ku eger bigihiştana armanca xwe, plana wan komkujiyeke mezin bûye. Berî êrîşkirina malan, dema xwe xwestine keşfê bikin bi tesadufî hatine girtin. Gelekî diyar e ku di hedefa êrişê de em hebûne.”
Li ser pirsa “Çima êriş li ser we ye?” jî Taş wiha got: “Armancek tuneye. Ya rastî rewşeke bêmane ye. Niha Kongreya Neteweyî ya Kurdan tê çêkirin. Xwedêgiravî ev kongre, ji bo yekîtî û aştiya Kurdan tê çêkirin. Di halê normal de, rewşeke ku êrîş bête ser me tuneye. Ango tam dihate hêvîkirin ku her tişt normalîze bibe, lê gelekî ecêb e ku ev êrîş çêbû. Gelo bi çi armancê kirin, çima dikin, kî dike? Cemil Bayik, berî niha gelek caran hevalên xwe daye kuştin. Ev jî dubare nebe? Me hêvî dikir ku îmaja xwe rast bike, ji qirêjiyên berê paqij bibe.”
Taş, di dawiyê de anî ziman ku dê bûyer here mehkemeyê lê ew bi xwe gilî nakin û nabine dawekar. Lewra gilîkirin ne tiştekî xweş e û li wan nayê.
Osman Ocalanê ku birêvebirê berê yê PKKê bû û yek ji hedefa êrîşkaran bû jî, ji AAyê re axivî û wiha got: “Ev 3-4 salên dawiyê di nav PKKê de înfazên navxweyî rawestiyabûn. Lê niha hinek dixwazin ku vê bidomînin. Em jî ji canê xwe ditirsin.”
Ocalan diyar kir ku tu eleqeya bûyerê bi Kongreya Neteweyî re tuneye.
Qeymeqamê Koyê Çapûk Umer, li ser bûyerê bi taybetî ji AAyê re axivî û da zanîn ku piştî qewimîna pevçûnê, polêsên Koyê û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistana Iraqê ya Federal, lêpirsîn û lidûçûneke berfireh dane destpêkirin. Piştî ku lêpirsîn û vekolîn biqedin, dê encam ji hemî layan û raya giştî re bête eşkerekirin.
Herwiha wekîlê Wezareta Navxweyî Celal Kerîm jî, bersiva pirsên AAyê yên li ser bûyerê dan û got, çi Kurdistanî be û çi jî biyanî be, mafê ewlehiyê yê her kesê ku li Kurdistanê bijî parastî ye. Kerîm, di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku zelalkirin û lidûçûna bûyerê karê hêzên emnî û polêsên Koyê ye, ez bi xwe nikarim tiştekî zêdetir bêjim.
Koya wekî qezayeke cihê PKKyiyên berê tê zanîn ji sala 2004an û vir de birêvebirên pêşdehatî yên PKKê ji rêxistinê veqetiyan û li vê derê bi cih û war bûn.
Li gorî ragihandina serçaweyan rewşa birîndarê PKKyî yê li nexweşxaneyê ne giran e û niha tê dermankirin.