23 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
VAN
Li Aydinlara bajaroka Adilcewaza navçeya Bidlîsê rê tên nûkirin.
Serokê Şaredariya Aydinlarê Arif Tusun daxuyand ku ji bo 35 hezar mêtrokare kevirên parke li ser rêyan bên bicihkirin ew dixebitin.

Tusun got ji roja ku wan dest bi kar kiriye vir va ew hewl didin ku rewşa bajarokê biguhere û wiha axivî: "Îsal me li bajaroka xwe ji bo çêkirina rêyan xebate mezin da destpêkirin. Ji bo ku li ser rêyên me kevirê parkeyê yabikîlîd bên bicihkirin me xebat zêde kirin. Em dixwazin pirsgirêka rê ji holê rakin. Di nav salê de emê 35 hezar mêtrokare kevirên parke ên bikilîd li ser rêyan bi cih bikin û rêyên bajaroka xwe bi kevirên parke çêbikin."