Haydar Şahin
28 Mijdar 2020•Rojanekirin: 29 Mijdar 2020
Li Agiriya zivistana wê dirêj û bi zehmetî derbas dibe li deştê payîz li herêmên bilind jî berf heye.
Li herêma bi şev germahya hewayê dadikeve binê sifirê berfê gundên li ciyên bilind bi xêliya sipî va xemiland.
Li ciyên nimiz jî şivanan pez çêrandin û zarokan jî gog lîstin.
Muzaffer Kulaksizê şivanê li deştê pez diçêrand daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmê hewa sar bû, di nav rojê da li zevî û mêrgan pêz diçêrînin.
Kulaksiz destnîşan kir ku li herêmê du demsal bi hev ra tên dîtin û wiha pê da çû: "Hewa sar dibe. Li çil û çiyan berf heye. Hetanî berf bibare em pezê xwe diçêrînin. Zivistanê jî di goman da alif dikin."
Bayram Taştanê civan ê gundî jî got hewa xweş e û derketin gog bilîzin û dema xwe derbas bikin.