Abdullah Tel
28 Mijdar 2020•Rojanekirin: 29 Mijdar 2020
Li Qers û Agiriyê ji ber hewaya sar di jiyana rojane da zehmetî çêdibin.
Li Qersê ji ber hewaya sar hin deverên çemê Qersê cemed girtin.
Li bajêr camên dikan û wesayîtan qeşa girtin û hinek welatî ji bo wesayîtên wan qeşa negirin bi betaniyê pêçan.
Esnafên bajêr jî qut dan kevokên di nav berfê da ji bo xwarinê hewl didan.
Ji esnafan Şahîn Adiguzel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Hewa ji ber ku pir sare camên wesayîtan qeşa digirin. Her aliyê wesayîtê qerisî bû û bi zorê heft belayî min ew şixuland. Zivistane, êdî sir û seqem li erdê ketiye."
Li Sariqamîşa navçeya Qersê jî banê avahiyan û sifirnekên xaniyan şambelîk girtin, qanî qerisîn û ser nebatan jî xusar çêbûn.
- Agirî
Li Agiriyê jî ji ber hewaya sar camên wesayîtan qeşa girtin.
Çemê Taşliçayê û hewzên sûsê ji ber hewaya ku bişev germahî di bin sifirê da bû qeşa girtin.
Hin welatiyan jî qeşaya ser wesayîtên xwe paqij kirin.