Jiyan

Bidlîs bi berfa çîl spî xemilî

Abdullah Tel  | 28.11.2020 - Rojanekırın : 29.11.2020
Bidlîs bi berfa çîl spî xemilî

Bitlis

 Berfa lê barî çar aliyê bajarê Bidlîsê çîl û spî kir.

Li bajêr berfa ku êvarê dest pê kir û car caran dibariya li ser û binê bajêr reşayî nehişt.

Şofêrên ji ber barîna berfê bê tevdîr bûn zehmetî kişandin, hin welatî û esnafên li bajêr berfa ku li pêşiya mal û dikanên wan hebû paqij kirin.

- Li Bidlîs û Hekarîyê berf tê payîn

Li gor daxuyaniya ku Midûriyeta Herêma 14mîn a Meteorolojiyê da li herêmê wê hewa ewrayî be û serê sibehê li Hekariyê û ber bi danê nîvroyê jî li Bidlîsê wê şilope û berfê bi tesîr be.

Li herêmê germahiya hewayê wê li gor asayiyên demsalê be û bayê ji alî bakur va ku wê hêdî hêdî bê jî car caran tesîra xwe dê zêde bike.

Di nav rojê da germahiya herî zêde li Hekariyê 7, Bidlîsê 6, Wan û Mûşê jî 8 pîle tê payîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın