Elif Irmak
26 Mijdar 2020•Rojanekirin: 27 Mijdar 2020
Şemzînana navçeya Hekariyê bi berfê spî xemilî.
Berfa ku li navçeyê sibehê dest pê kir û bi navber barî tesîreke neyinî li ser jiyanê kir.
Ji ber berfê hin ajokaran zehmetî kişandin û nekarîn bi rehetî wesayîtên xwe biajon, esnaf û welatiyan berfa li ber kargeh û malên xwe paqij kirin.
Li navçeya ku spîçil bû darên ku bi berfê xemilîn dîmenên xweşik derxistin holê.
Ji welatiyan Sabîr Atmaca diyar kir ku li navçeyê berfa ewil a demsalê barî û got ku "Navçeya me bi befê spî xemilî. Hewa sar bûye. Înşeallah ev pêvajo tenduristiyê û sihetê bîne welatê me û vîrusa koronayê xilas bike. Berf li bajarê me tê."