Abdullah Tel
26 Mijdar 2020•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2020
Kevirên Cinan ên li Narmana navçeya Erziromê ku Komîsyona Neteweyî ya Tirkiyeyê ya UNESCOyê hilda Lîsteya Mîratên Berwext a Dinyayê bi veberhênaniyên nû va ji bo turîzmê tê amadekirin.
Kevirê Cinan ên li Narmanê 300 milyon sal berê çêbûne û ji aliyê taybetiyên xwe yên jeolojîk û dîtbariya xwe va tesîrê li ser ziyaretvanan dike. Ew di nav gel da wek "warê periyên sor" tê binavkirin û ji aliyê çêbûnê va li dinyayê tenê dişibin Kanyona Grandê ya li Geliyê Koleradoya Amerîkayê.
Rêyên ku di nav kevirên cinan da hatin çêkirin jî di vê heyama şewba Kovîd-19 heye da bo ger û geşta turîstan bi ewle ne û ji bo turîzmeke ewle bi kêr tên.
Di çarçoveya projeya mehên borî hatibû amadekirin da tesîsa 2 qatî ya ku temam bû û tê da qadên behnvedanê hene wê bi kêrî turîzma herêmê bê.
- Turîstên bên herêmê wê bikaribin bi bisiqlêt, hesp û ATVê bigerin
Walîtiya Erziromê, Şaredariya Bajarê Mezin û ya Narmanê seba turîzma bajêr wê li geliyê ku kevirê cinan lê ne, 4-5 tesîsên mayînê, parkûrên duçerxe, hesp, safarî û trekkîngê çêke.
Walî Okay Memîş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di navbera kevirên cinan da rêyên meşê hatin çêkirin û lazime ji çar aliyê dinyê mirov bên dîtina Kevirên Cinan ên Narmanê.
Memîş destnîşan kir ku Kevirên Cinan ên Narmanê jî wek yên Kapadokyayê gelek hêja ne û ragihand ku wê li herêmê şaneşîna seyrê bê çêkirin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Memîş bi bîr xist ku pişt hemû kar û xebatên bo turîzmê bên temamkirin turîstên ku bên herêmê wê di nav kevirên cinan da bikaribin bi bisiqlêt, hesp û ATVê bigerin û ger û geşteke xweş derbas bikin.