İbrahim Atmaca
30 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2020
Li 5 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf wê bibare.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa ewrsayî û ewrayî tê payîn.
Li gor texmînê li Erzirom, Erzincan, Qers, Erdexan û aliyê rojavayê Agiriyê bi navber baran, şilope û berf wê bibare.
Li herêmê tê payîn ku germa hewayê li gor şert û mercên demsalê be.
Bi şev germa herî kêm li Erzincanê sifir, di binê sifrê da li Agiriyê 12, li Qersê 11, li Erdexanê 7, li Erziromê 4, li Îdirê 5 pile û li Tunceliyê pileyek hat pîvan.
Nav rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê û Erzincanê 7, li Tunceliyê 6, li Erdexan û Erziromê 2, li Qersê sifir, di binê sifrê da li Agiriyê 3 pileye tê payîn.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 12, li Erziromê 7 û li Qersê 3 santêm, li navendên kaşûnê jî qalindahiya berfê li Palandokenê 76, li Sariqamîşê 55 û li Erganê 18 santêm hat pîvan.
Ji ber ku li tevahiya herêmê bi taybetî bi şev û serê sibê qeşa, cemed tê payîn, rayedarên meteorolojiyê hişyarî da ku welatî baldar û bi tevdîr bibin.