İbrahim Atmaca
30 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2020
Li naverastên Ege, Behra Spî û Behra Reş, li Anadoluya Navîn û Rojhilata Anadoluyê şilope û berf tê payîn.
Li gor danezana ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya welêt hewa wê îro ewrsayî û ewrayî be.
Ji bilî Kirklarelî, Edirne, Îdir, Agirî û Wanê, li her derê welêt berf û baran tê payîn.
Li naverastên Ege, Behra Spî û Behra Reş, li Anadoluya Navîn û Rojhilata Anadoluyê şilope û berf tê payîn, li herêmên din jî baran tê payîn.
Li rojhilata Marmarayê û Rojavayê Behra Reş, li navçeyên rojhilatê yên Antalyayê, li Hatay, Osmaniye, Kahramanmaraş, Adiyeman, Gazîanteb, Kilîs, Elezîz, Bîngol, Mûş û Diyarbekir û derdorê wê baraneke gur tê payîn
Germa hewayê wê li Marmara û Rojavayê Behra Reş di navbera 2 û 4 pileyan da kêm bibe, li cihên din wê zêde neguhere.