İbrahim Atmaca
30 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2020
Li Bazîda navçeya Agiriyê du xwişkên ku dikana wan a cihêz heye, ji bo welatiyên ku di erdheja Elezîzê da zirar dîtin di rojekê da 50 lihêf avêtin.
Fatma Aras û Filîz Ozcan li navçeyê cihêzê bûkan difroşin. Piştî erdheja 6,8 pileyî ya ku li Sîvrîceya navçeya Elezîzê çêbû, herdu xwişkan xwest ku alîkariya mexdûrên erdhejê bikin.
Aras û Ozcanê bi alîkariya hevalên xwe li dikana xwe ya cihêzan di rojekê da 50 lihêf avêtin.
Aras û Ozcanê lihêf teslîmî Şaxa Bazîdê ya Heyva Sor a Tirk kirin ku ji Elezîzê ra bişînin.

Fatma Arasê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wê û xwişka xwe ji bo mexdûrên erdhejê di rojekê da 50 lihêf dirûtin û wiha dewam kir:
"Ji bo pêçandina birînên wan me dest bi xebateke wiha kir û em serê sibê heta êvarê xebitîn û me bi alîkariya Xwedê 50 lihêf avêtin. Şikir ji Xwedê ra em niha jî lihêfan teslîmî rayedarên Heyva Sor dikin. Xwedê zûtirî bigihîne cihê wê û Xwedê tu felaketên bi vî rengî neyne serê me."
Filîz Ozcanê jî diyar kir seba ku mexdûrên erdhejê necemidin, wan biryar da ku ji wan ra lihêfan bavêjinê û bidrûn.
Ozcanê got ku Xwedê rehma xwe li kesên di erdhejê da mirin bike û ji birîndaran ra şifayê bişîne û wiha dewam kir:
"Em zivistanê li ber sobeyan nikarin îdare bikin, xwişk û birayên me yên li wê derê niha qet îdare nakin û em ji bo wan pir li ber xwe ketin. Min bi xwişka xwe ya mezin ra xeberda, me paşê bi hevalên xwe ra xeberda. Çi ji destê me tê, me xwest ku em bikin. Me di şertên normal da rojê herî zêde dikaribû 10 lihêf biavêtana, lê bi alîkariya Xwedê me 50 lihêf di rojekê da avêtin."