Abdullah Söylemez,Muhammet Ali Ateş
21 Tebax 2024•Rojanekirin: 26 Tebax 2024
Li Agiriyê bi piştgiriya dewletê gulberojk tên çandin û gulberojkên ku îsal wextê dirûna wan hat, zevî zer kirin.
Li bajarê ku çem û robar lê zêde ne û mêrg û mexelên wê pir in, heywandarî jî tê kirin.
Di salên dawîn da bi piştgiriya dewletê çandina gulberojkan jî zêde bû.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Mehmet Huseyînoglu li nêzî gundê Tezerenê ku gulberojkan lê diçînin, geriya û bi cotkaran ra civiya.
Huseyînoglu ji nûçegihanê AAyê ra got ku gulberojk di germ û sermayê da pir li ber xwe dide û zûtirî xerab nabe.
Huseyînoglu destnîşan kir ku pêdiviya gulberojkan zêde bi av û gubreyê jî tuneye û wiha dewam kir, "Di sala 2021an da li ser 23 dekarî hat çandin, îsal ev derket 35 dekarî."
Huseyînoglu diyar kir ku ew timî ligel cotkaran in û wiha dewam kir, "Par bi tevahî 3 milyon lire piştgiriya cotkaran hat kirin. Gulberojk nêzî 120 rojan da digihêjin. Li bajarê me dirûna wê di meha îlonê da tê plankirin."
Zeviyeke gulberojkan bi droneyê hat kişandin.