16 Îlon 2016•Rojanekirin: 16 Îlon 2016
AGRI
Li gundê Gokçebulakê ya ku li bintara Çiyayê Tendurekê ya ku dikeve navbara Çaldirana navçeya Wanê û Bazîda navçeya Agiriyê, endamên PKKya rêxistina terorê êrîşî gundparêzan kirin, di êrîşê da 7 gundparêz, çawîşekê pispor û leşkerek şehît bûn, 3 leşker û 2 welatî jî birîndar ketin.
Di daxuyaniya Walîtiya Agiriyê da hat diyarkirin ku li tanga gundê Gokçebulakê ya ku li bintara Çiyayê Tendurekê terorîstên PKKyî êrîşî ciyê gundparêzan kirin û li ser vê pevçûn derket.
Di pêvçûna li herêma ku operasyona ji hewayê birin ser da 7 gundparêz û çawîşekê pispor û leşkerek şehît bûn, 3 leşker û 2 welatî jî birîndar ketin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hedefên hatin tesbîtkirin dan ber topan û kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê, rewşa leşkerekî birîndar giran e.
Hat ragihandin ku li herêmê operasyona dijî terorîstan dewam dike.