Abdullah Söylemez,Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Hüseyin Demirci
19 Mijdar 2024•Rojanekirin: 20 Mijdar 2024
Li Qers, Erdexan û Agiriyê berf barî û mij ket, loma welatiyan astengî kişand.
Li Qersê bi şev barana gur barî û serê sibê jî mij ket.
Li bajêr mesafeya dîtinê heta 5 metreyan daket, ajokaran zehmetî kişand.
Li Sariqamîşê berf barî, herêm bi berfê nixumî.
- Agirî
Li Agiriyê dem demî berf dibare.
Li herêmê ji ber berfê çiya û gund bi berfê spîçîl bûn.
Li hin cihên herêmê jî danê sibê mijê tesîr kir.
- Erdexan
Li Erdexanê jî mij ket. Mijê bi taybetî li aliyê Çemê Kûra û Keleha Erdexanê tesîr kir, mesafeya dîtinê daxist.
Cihên bilind ên bajêr jî bi berfê nixumîn.