Ekrem Payan,Fadıl Aslan
19 Mijdar 2024•Rojanekirin: 29 Mijdar 2024
Li Zozanên Faraşînê yên ser bi Beytşebaba navçeya Şirnexê berf dibare.
Li Zozanên Faraşînê ku raqima wê 2 hezar û 625 e, duh piştî taviyê nîvê şevê berfê dest pê kir. Qalindahiya berfê li zozanan gihişt 10 santîmetroyan.
Ajeldarên ku amadekariya vegera zivistangehê dikirin, ji ber berfê zehmetî kişandin.
Mahmut Aslanê ajeldar anî ziman ku ji ber ku di van rojên dawîn da hewa gelekî xweş bû li gorî salên borî zêdetir li zozanan mane.
Aslan got, "Îsal me xwest em zêdetir li zozanan bimînin lêbelê berfê bi ser me da girt. Înşelleh emê di nava 2-3 rojan de xwe bigihînin navendê. Em seranserê 6 mehan li Zozanên Faraşînê bûn. Êdî zivistan hat em vedigerin navendê."