Mesut Varol,Özkan Bilgin
19 Mijdar 2024•Rojanekirin: 20 Mijdar 2024
Li Wanê rêbeja Wan-Bahçesarayê ya duh bi şev ji ber berf û mijê hatibû girtin, bi xebata ekîban hat vekirin.
Li navenda bajêr baraneke gur barî û li cihên bilind jî berf ket.
Bihûrê Karabetê yê li navçeya Bahçesarayê yê bilindiya wê 2 hezar û 985 raqim e spîçîl bû.
Rêbeja ku mijê lê tesîr kir û mesafeya dîtinê pir zêde kêm bû û wekî tedbîr ji çûnûhatinê re duh êvarê hatibû girtin.
Rêbej piştî xebatên ekîbên Midûriyeta Rêbejê ya Herêmê ya 11an ji nû ve bo çûnûhatinê hat vekirin.