17 Îlon 2016•Rojanekirin: 19 Îlon 2016
DOGUBAYAZIT
Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo teziyeyê çû serdana malbata gundparêz Alî Dulekê ku li texma Gokçebulaka li Çiyayê Tendûrekê ya li Bazîda navçeya Agiriyê di êrîşa endamên PKKya rêxistina terorê da şehît ketibû.
Yildirim li gundê Somkayayê ji bo teziyeyê serdana malbata Alî Dulek kir. Di serdanê da Yildirim serxweşî da malbatê.
Serokwezîr Yildirim bang li rêxistinên terorê kir û wiha xeberda: "Çi ji destê we tê texsîr mekin û bikin. Em ê we ji vê axê biqewirînin."
Yildirim diyar kir ku rêxistina terorê got "Em ê mafên kurdan biparêzin" û derkete holê û "Zirara herî zêde dide kurdan".
Yildirim wiha axivî: "Kurd û tirk cuda nîn in, milletek in. Bi hêzên derva ra hevkariyê dikin û dixwazin ku Tirkiyeyê jî têxin wek Sûriye û Iraqê. Lê belê tiştekî ji bîr dikin, vê derê Sûriye nîne, Iraq nîne. Vê derê Anadolu ye."
Serokwezîr Yildirim got ewê li vî erdî destûrê terorîstan "Bêheysiyet û dagirker".
Yildirim dema ku ji mala şînê derket bangî kesên li pêşiya malê civiyabûn kir û selama Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da wan û serxweşî da wan.
Yildirim destnîşan kir ku tu karekî xêrê yên rêxistinên terorê bikin tuneye û wiha pê da çû: "Tiştê ku ev zanin bi tenê kuştine. Ji xeynî kuştinê tu merîfeteka wan tuneye. Emê fersendê nedin vana û bi hev ra ji der heqê wan bên der. Alî Dulekê birayê me û 9 şehîtên me ji bo parastina vî welatî canê xwe dan û heke hece bike emê hemû serê xwe di vê rêyê da bidin. Lê em vê axa ku ji bav û kalên me ji me ra maye teslîmî wan bêbextan nakin."
Yildirim ragihand dema ew ket gund dît ku gelek kêmasiyên gund hene û got ku ji bo çêkirina rêyên gund û helkirina meseleya avê telîmat da walî.