17 Îlon 2016•Rojanekirin: 18 Îlon 2016
ANKARA
Li Şemdînliya navçeya Hakariyê teqemeniya ku di erdê da hatibû bicîkirin hat îmhekirin.
Di agahiyên Sererkaniyê da hat diyarkirin ku hêzên ewlekariyê yê ku tevlî operasyona Yavuz Meteyê Çawîşê Pispor ê Şehît bûn li tanga Çemê Xinzîr ê li nêzîkî Erdemliya gundê Şenzînanê teqemeniya ku endamên rêxistina terorê di erdê da bi cî kiribûn dîtin.
Li nêzîkî gundê Guvenliyê jî bombeyeke desta, teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin û amûrên jiyanê hatin dîtin.
Li herêma Altinsuyê jî yekîneyên tevgera taybet a polêsan û qomandoyan teqemenî dîtin.
Teqemeniyên ku hatin dîtin hatin îmhekirin.