Bilal Timur
11 Mijdar 2021•Rojanekirin: 12 Mijdar 2021
Li Kaleya navçeya Meletiyê kundekî birîndar yê ku ji hêla welatiyekî va hat dîtin, tê dermankirin.
Abdulhamît Karadagê li Taxa Salkimliyê dijî kundekî birîndar dît û ew teslîmî Midûriya Çandinî û Daristanê ya Kaleyê kir.
Beyter Mehmet Ozhan tesbît kir ku baskê çûkê şikestiye û derman kir.
Paşê kund teslîmî tîmên Midûriya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê kirin.
Piştî ku dermankirina wî temam bibe û ew baş bibe wê berdin çolê.