08 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Tîma Piştgiriya Psîkososyal a Doxtorên Li Ser Rûyê Erdê daxuyand ku zarokên sûriyeyî ji sedî 66 wan malbat û eqrebayên wan mirine, ew bêkêf in, kedera wan heye, ditirsin, bi fikar in û loma xwedî stres in.
Di lêkolînê de bi 113 zarokên ji Sûriyeyê yên ku li Çapayê li dibistana ÎLAFê dixwînin re hevdîtin hat kirin. Piştî lêkolînê hat eşkerekirin ku zarokên sûriyeyî ji sedî 66 wan malbat û eqrebayên wan mirine, ew bêkêf in, kedera wan heye, ditirsin, bi fikar in û loma xwedî stres in.
Kordînatorê Tîma Piştgiriya Psîkososyal a Doxtorên Li Ser Rûyê Erdê Alk. Doç. Dr. Vahdet Gormez daxuyand ku li ser daxwaza dibistanê wan ev lêkolîn dane destpêkirin.
Gormez got ku wan ji bo zarokan bernameyeke taybet amade kiriye û wiha dewam kir: "Piştî xebatan me dît ku zarokan bêhna xwe da, kêfxweş bûn. Car caran derdê xwe ji bîr kirin, alîkariya hevalên xwe kirin, hewl dan ku pirsgirêkên xwe bi rehetî çareser bikin. Me tespît kir zarokên ku haya wan ji tirsa wan heye, di nav rewşa bi fikar a giştî de bêtir rehet tevdigerin."
Gormez got ku wan biryar daye ku ew ê vê xebatê li dibistanên din jî bidin destpêkirin.