Fatih Gazioğlu
15 Sibat 2019•Rojanekirin: 18 Sibat 2019
MUŞ
Li Mûşê Zekî Aykut û malbata wî ji bo xwedîkirina heywanên xwe ku di konê naylon de dijîn.
Heywandarên li Mûşê dijîn ji ber şert û mercên zivistanê di xwedîkirina pezên xwe da zehmetiyê dikşînin.
Ji heywandarên ku zehmetiyê dikşîne yek jî Zekî Aykutê 49 salî ye. Aykut ji navendê 35 kîlometre dûr li gundê Agilliyê dijî û bavê 4 zarokan e.
Aykut daxuyanî da û got ku ev kar ji bav û kalên wan ji wan re maye û wiha axivî:
"Bi qasî 100 pezê me hene. Giya û kaya me tuneye. Em ji bo ka û giya diçine navçeya Kopê, Milazgirê û navenda Mûşê û ji wan deran dikirin. Me li qada gund ji xwe û ji heywananên xwe re konên naylon vedan. Em zivistanê 6 mehan li gund û 6 mehan jî diçin zozanan dimînin. Ji ber vî karî em mecbur 12 mehan li konan dijîn."
Jina malê Hurî Aykutê jî got ku ew serê sibê radibe û sobê hildike û piştra jî tiştê amade dike. Aykuta jin destnîşan kir ew alîkariyê dide mêrê xwe û wiha dewam kir:
"Ez rojê 3 caran kayê ji heywanan re dibim. Jiyana konan de gelekî zehmet e lê em mecbur in tê da bijîn. Çimkî karê me heywandarî ye. Ji aliyê din va hin caran jî em mêvanan xwedî dikin. Tu wextê me yê vala tuneye. Em hin caran jî di têlevîzyonê da nûçeyan temaşe dikin."