Abdullah Tel
15 Sibat 2019•Rojanekirin: 17 Sibat 2019
MARDÎN
Li bajarê Mêrdînê ji ber mija zêde di qada çûn û hatina hewa û bejayê da zehmetî çêbû.
Li seranserê bajêr ji ber mija zêde çav çavan nedît û ev jî li ser jiyana rojane tesîreke neyînî hişt.
Li gor agahiyên hatin hildan balafira Rêhewayên Tirk a ji Stenbolê dihat Mêrdînê ji ber şert û mercên xerab ên hewayê nikaribû li Balafirgeha Mêrdînê deyne.
Balafirê berê xwe da Diyarbekirê û rêwiyên ku wê bi heman balafirê vegeriya Stenbolê jî bi wesayîtan birin Diyarbekirê û li wir wê siwar bibin.
Seferên balafirên AnadoluJet û Pegasusê yên ber bi Stenbol û Enqereyê va tên kirin jî dereng dikevin.
Li navenda bajêr jî şofêr gelek zehmetî kişandin û ekîbên trafîkê xwestin ku bila şofêr lembayên wesayîtên xwe yên mijê vekin.
Mija ku li bajêr bû sedema hin zor û zehmetiyan di heman demê da li bajêr dîmenên xweş jî derxist meydanê.
Tê gotin ku wê tesîra mijê seranserê rojê dewam bike.