Türkan Tosun
17 Sibat 2019•Rojanekirin: 18 Sibat 2019
NEW YORK
Fuara Pêlîstokan a New Yorkê ya Navneteweyî bi dîmenên rengîn dest pê kir.
Fuara ku îsal cara 116emîn e tê lidarxistin li bajarê New Yorkê, li Javîts Centerê vebû.
Ji 100î zêdetir welatan bi hezaran şirketên pêlîstokan çêdikin û difroşin di fuarê da pêlîstokên xwe nîşan didin.
Ji bilî alavên teknolojîk pêlîstokên klasîk jî di fuarê da tên nîşandan.
Fuara Pêlîstokan a New Yorkê wê heta 19ê sibatê vekirî be.