KAHRAMANMARAŞ
Faruk Karakizê ku li navçeya Turkogluyê esnafîyê dike, daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku we kesê ku hat dikana wî xwest ku gûz bikire.
Karakiz da zanîn ji bo ku qelîteya gûzên xwe nîşan bide çend gûz şikandin û got ku " ji nav gûzekî bindeq derket. Min xeber da der û dor û cînaran, wana jî ji çavên xwe bawer nekirin. Birastî jî em gelekî mat man. Ez ev çend sal in gûzan difroşim cara ewilîn e ku rastî tiştek wiha têm. Teqdîra Xwedê Teala ye."
Hîndekarê Fakûlteya Zîreatê yê Zanîngeha Sutçu îmama Kahramanmaraşê Doç. Dr. Mehmet Sutyemez jî got ku dîmen derasayî ye.
Sutyemez got ku divê dîmen bi awayekî cuda neyê şirovekirin. Piştî bergirtinê di dema geşedana embriyoyê de carîna ji ber şertên xirab yên îklîmê tiştên wisa çêdibin.