2015 ж. 17 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 18 қараша
BITLÎS
Adilcewaza navçeya Bidlîsê wek bajarê gûzan tê zanîn. Aboriya navçeyê bi saya firotina gûzan pêş ve diçe. Gûz her çiqas bi kîloyan bên firotin jî, lib lib jî tên firotan.
Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê yê Navçeyê Selamî Savaş ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku niha dema berhevkirina gûzan e û giraniya gûzên Adilcewazê di navbera 18 û 25 graman de ye.
Savaş got ku hundirê gûzên navçeyê spî ye û qaliqê wê jî zirav e û wiha dewam kir: "Gûzên Adilcewazê ji hêla proteîn, rûn û karbonhîdratan ve dewlemend e û ji ber vê lib lib jî tê firotin. Kîloya wê di navbera 25 û 30 lîreyan de ye. Hinek wek diyarî gûzan dikirin û ji hevalên xwe re dişînin."
- "Bi salan e em gûzan lib lib difroşin"
Ramazan Ustunê ku qasî 30 salan e li navçeyê gûzan difroşe jî got ku gûzên Adilcewazê mîna zêran biqîmet e.
Ustun got ku ew jî wek kalikên xwe bi salan e gûzan difroşe û wiha dewam kir: "Em hezararê gûzan bi 300 lîreyî difroşin û ev jî tê meneya 12 kîlo gûz. Em kîloya wê jî bi 30 lireyî difroşin. Ji ber ku rengê gûzan zer e, dema em difroşin em dibêjin "gûzên zêr". Kakilê gûzan jî 50 lireyî tê firotin. Em li ser înternetê ji derveyî derve re jî gûzan dişînin. Ez rojê 20 hezar gûzî difroşim."