ANKARA
Hat diyarkirin ku gûz mirovan ji kansêra prostatê diparêze.
Lêkolînerên Fakûlteya Tibê yên Zanîngeha Texasê, mişkên ku bi nexweşiya kansêra prostatê ketine rojê bi du çeng gûzan xwedî kirin.
Hat dîtin ku tîmorên mişkên ku gûz xwarin biçûk dibin.
Berê jî lêkolîneran li ser mişkan lêkolînek kiribû. Di wê lêkolînê de jî hatibû dîtin ku gûz di kansêra memikan de jî heman bandorê li ser mişkan dike.
Lêkolîn di kovara "Cancer Investigationê"de hat weşandin.