ŞANLIURFA
Cotkarekî li navçeya Suruca li ser Şanliurfayê, li ser 10 doniman dest bi çandiniya bindeqan kir.
Abdulkadîr Bulutê ku li gundê Kizilhoyukê cotkariyê dike, ji bo çandiniya herêmê alternatîfeke nû bi kar anî û li ser 10 doniman dest bi çandiniya bindeqan kir.
Bulut, ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku 5 salan berê ji bo xebatê çû herêma Behra Reş û fîdanên bindeqan yên ku ji wir anîn, li zeviya xwe çikand. Bulut bi bîr xist ku li herêmê piranî pempû, genim, ceh û nîsk tên çandin û wiha dewam kir: "Min ji bo ceribandinê bindeq anîn gundê xwe. Bindeqên ku me çandin ew qas baş in ku ji bindeqên herêma Behra Reş re bûn reqîb. Kesên ku wan dibînin şaş dimînin. Bindeqên di bexçeyê xwe de nîşanî mirovên meraqdar didim. Ji ber ku li herêmê cara yekem min ev yek kir ez kêfxweş im. Lewra ez difikirim ku bendeqê ji pembû, ceh û genim re alternatîf bê dîtin. Ji ber ku ez di vê mijarê de bûm pêşeng ez kêfxweş im."
Bulut, da zanîn ku di demeke nêz de bi Projeya Avdaniya Surucê dê gelek cihên herêmê bên avdan û plan dikin ku di çandiniya bindeqan de mirovan îstihdam bikin.
Midûrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê yê Navçeya Surucê Mehmet Murat Yahnîzade jî daxuyand ku van salên dawîn li herêmê rengê çandiniyê guherî û wiha dewam kir: "Bi taybetî piştî narenciye û çîlekan, çandiniya bindeqan dê piştevaniya aboriya herêmê bike."