Jiyan

Li "Behra Reş a Rojhilatê" xêr û bereketa bindeqan

Li Hîzanê li herêma Nezerê ku bi siruşta xwe ya hêşinahî va wek "Behra Reş a Rojhilatê" tê zanîn, 350 malbat bi bindeqên ku li ser 7 hezar û 500 dekar erazî danîne va debara xwe dikin

İbrahim Atmaca  | 10.09.2019 - Rojanekırın : 11.09.2019
Li "Behra Reş a Rojhilatê" xêr û bereketa bindeqan

Bitlis

Li Hîzana navçeya Bidlîsê li herêma Nezerê ku bi siruşta xwe ya hêşinahî va wek "Behra Reş a Rojhilatê" tê zanîn, 350 malbat bi bindeqên ku li ser 7 hezar û 500 dekar erazî danîne va debara xwe dikin.

Li 7 gundên Hîzanê darên bindeqan hene. Rûnê bindeqên Hîzanê zêde ye, qalikên wan hişk e.

Ji ber erdnîgariya herêmê darên bindeqan li cihên berwar hêşîn bûne û dema ku bindeq digihêjin û gundî tînin bi çengelan va çiqlê daran berjêr dikin, paşê bindeqan berhev dikin û dixin çewalan.

Li gor salan xêr û bereketa bindeqan diguhere û gundî her sal di navbera 650 û 900 tonî da bindeqan berhev dikin, ji bo aboriya bajêr jî salê nêzî 10 milyon dide qezenckirin.

Serokê Odeya Ziraetê ya Hîzanê Erkan Durmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku darên bindeqan li gundên Yolbîlen, Saritaş, Yaylacik, Ekînlî, Çalişkanlar, Gorece û Tutumluyê hene û ji ber ku erdê van gundan berwar e, ji bilî darên bindeqan tu ber tuneye.

Durmaz wiha dewam kir:

"Bindeqên bi van daran va digrin li tu derê tunene û proteîna wan gelekî zêde ye. Tenê hinekî qalikê wan hişk e. Navê cureyên bindeqên vê herêmê beynane, erîştî, sîvanî, çavreş, hindî, gewrek û turşuk in. Tehma her cureyê cuda ye. Li Tirkiyeyê ji sedî 5ê bindeqan bindeqên Hîzanê ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın