Jiyan

Ji kalik heta nevî karê "hingiv"

Malbata Ozdemir a Erdexanî ji kalik heta nevî karê hingivgirtinê dike û "hingivê kulîlkan" ê pesendkirî yê bajêr digire

Önder Beyter  | 10.09.2019 - Rojanekırın : 18.09.2019
Ji kalik heta nevî karê "hingiv"

Ardahan

Gelek ferdên malbata Ozdemîr a ku "hingivê kulîlkan ê Erdexanê" yê ku bi destê Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk bi nîşaneya erdnîgariyê hat nîşankirin digire, ji kalik heta nevî karê mozvaniyê dikin û pê derbasiya xwe dikin.

Li çiya û zozanên bilind ên bajarê ku xwedî florayeke dewlemend e, biharê kewarên hingiv tên danîn û di van kewaran da hingivê kulîlkan ên Erdexanê bi şêweyeke organîk tên girtin. Herwiha di serdema dapalandinê da kewar ji bo unîteya dapalandinê tên şandin û di unîteyê da tên dapalandin.

Di malbata Ozdemîr ku hingivê kulîlkan ê Erdexanê yê ku bi aromaya xwe ya resen tê zanîn digire da jî ji kalik heta nevî gelek kes karê mozvaniyê dikin.

Mehmet Ozdemirê ku mozvanê 25 salan e û dawî li sezonê anî, kewar birin unîteya dapalandinê ya xwe û herwiha li vê derê jî Bahattin Ozdemirê 72 salî yê bav û neviyên wî bi şixulê dapalandinê ra mijûl in.

Bahattin Ozdemir di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wekî malbat ew hemû tev da karê mozvaniyê dikin ku ev kar jî pîşeyê kalikê wan e û lewma jî ew dixwaze ji niha şûnda êdî neviyên wî vî karî bidomînin.

Ozdemir bal kişand ku baweriya wî heye ku mozvanî dê li Erdexanê derkeve wê asta ku heq dike û wiha dewam kir:

"Ez dixwazim neviyên min bibin mozvanên rasteqîn. Ez kar, pîşeyê kalikê min e ku ji min ra maye. Di malbata me da me qet navber nedaye mozvaniyê. Wekî malbat em tev da karê mozvaniyê dikin. Jiyana me li ser mozvaniyê ye, mozvanî ji me ra bûye nexweşî. Şîreta min a ji bo neviyên min jî ew e ku bira jê hez bikin û wisa vî karî bikin."

Kurê Bahattin Ozdemir, Mehmet Ozdemirê ku karê mozvaniyê dike jî destnîşan kir ku keçê wî jî ji karê mozvaniyê hez dikin û pê ra mijûl dibin.

Mehmet Ozdemir wiha xeberda, "Keçên min ligel kalikê xwe vî karî dikin, nexasim salên vê axiriyê bi hev ra dixebitin. Bi taybetî di dapalandinê da gelekî keda keçên min çêdibe, helbet gelekî alîkariya min jî kirine."

Sude Ozdemira 12 salî ku xwendekara pola 7emîn e jî got ku ew gelekî ji karê hingivgirtinê hez dike.

Sude Ozdemirê got, ew gelekî kêfxweş e ku berî dibistan dest pê bikin, wan dawî li sezona hingivgirtinê anî û wiha dewam kir, "Ev du sal in ez di karê mozvaniyê da yekser beşdar im, kalikê min û bavê min ji mêj va vî karî dikin. Mozvanî pîşeyê kalikê me ye û ez jî ji karê mozvaniyê hez dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.