Jiyan

Sedemên nexweşiya "antraknoz"ê ya gûzan di bankaya genê da hatin qeydkirin

Akademîsyenên Zanîngeha Bidlîs Erenê li Tirkiyeyê cara ewil e sedemên nexweşiya antraknozê ya gûzan tespît kirin

Türkan Tosun  | 18.07.2019 - Rojanekırın : 19.07.2019
Sedemên nexweşiya "antraknoz"ê ya gûzan di bankaya genê da hatin qeydkirin

Bitlis

Akademîsyenên Zanîngeha Bidlîs Erenê li Tirkiyeyê cara ewil e sedemên nexweşiya antraknozê ya gûzan tespît kirin û sedema nexweşiyê di bankaya genê National Center For Bîotechnology Înformatîonê ya li Amerîkayê da dane qeydkirin.

Xebata Zanîngeha Bidlîs Erenê ya ji bo tespîtkirina nexweşiya dar û pelên gûzan temam bû.

Di lêkolînê da nexweşiya dibe sedema kêmbûna qalîteya gûzan, pelên wan zer û hişk dike hat lêkolînkirin û sedema wê hat dîtin.

Piştî tespîtkirinê sedema nexweşiyê li ser daneyên bankaya genê ya li Amerîkayê hat zêdekirin.

Tirkiye piştî Amerîka, Swîsre û Hollandayê bû welatê çaremîn ku ev nexweşî tespît kir.

- "Ji bo welatê me ev bû qeyda ewil"

Hîndekarê Beşa Endazyariya Hawîrdor a Zanîngeha Bidlîs Erenê û rêvebirê lêkolînê Îbrahim Koç ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Tirkiyeyê Bidlîs ji wan bajaran yek e ku lê gûz zêde hêşîn dibe û wiha axivî: "Antraknoz nexweşiyeke berbelav e û sedema wê kefik e. Ji ber vê ji sedî 90 hilberîn kêm dibe û qalîteya gûzan nebaş dibe. Me ev lêkolîn kir ku qalîteya gûzan zêde bibe, sedema nexweşiyê bê dîtin û rê li ber vê nexweşiyê bê girtin."

Koç got ji Zanîngeha Dîcle, Abant Îzzet Baysal û Wan Yuzuncu Yilê jî akademîsyen beşdarî vê lêkolînê bûne û xebata wan salekê dewam kiriye.

Koç anî ziman piştî lêkolînê sedema nexweşiya antraknozê ya gûzan hatiye tespîtkirin û wiha pê da çû: "Me encam li bankaya genê qeyd kir. Ji bo welatê me ev bû qeyda ewil. Piştî Amerîka, Swîsre û Hollandayê em welatê çaremîn in. "

Ji bo piştgiriyê Koç spasiya hemû akademîsyen û rayedaran kir.

- "Ev ji bo welatê me xebateke girîng bû"

Midûrê Navenda Gihandina Gûzên Herêma Bidlîsê ya Zanîngeha Bidlîs Erenê Hîndekar Îbrahim Demir jî got li ser gûzên herêmê xebat hatine kirin û wiha dewam kir: "Piştî tespîtkirina morfolojîk a nimûneyan îzolasyona DNAyê karakterîzasyona molekulê hat kirin. Ev ji bo welatê me xebateke girîng bû. Xebata me bi encameke serkeftî xilas bû. Encamên wê di nav daneyên bankaya genê da hatin qeydkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.