KARAMAN
Li Karamanê di zeviya cotkarekî de kundirekî ku giraniya wê 136 kîlo ye, hêşîn bû. Ev dolmikê qirase li gundê Narlidereya ser navendê di zeviya Yunus Kilinç de hêşîn bû. Xwarziyê wî Huseyîn Ozalp jî ku mêwefiroşiyê dike ev dolmik anî dikana xwe û ji bo ku welatî bibînin danî nav zebze û mêwiyan. Ozalp diyar kir ku tovê dolmikê ji derveyê welêt anîne û wiha dewam kir: "Bi salan e ku xalê min dolmika datîne û ez jî wan li dikana xwe difiroşim. Lê min hetanî îro dolmikeke evqas mezin qet nedîtiye. Dema ku em çûn nav zeviyê me dît. Ev dolmik 136 kîlovye. Me 4 kesan anî dikanê. Kesên ku wê dibînin şaş û metel dimînin û dipirsin "gelo ev zir e yan na?" Em jî dibêjin rast e lê ew dîsa jî ji me bawer nakin û bi xwe mêze dikin dibînin ku bera rast e. Em niha dolmikê xwe nafiroşin."
Welatî ji bo bîranîne li cem kundirê mezin wêneyê xwe dikişînin.