Li Kebanê kundirê 60 kîlo bala welatiyan dikşîne
Li Kebana navçeya Elezîzê mamosteyekî malnişîn di baxçeyê xwe da kundir danîn û giraniya kundirekî 60 kîlo ye.
Elazig
Li Kebana navçeya Elezîzê mamosteyekî malnişîn di baxçeyê xwe da kundir danîn û giraniya kundirekî 60 kîlo ye.
Mamosteyê malnişîn Rifat Muratê 66 salî li taxa Kallarê dijî. Murat li Stenbolê di manavekê da kundirek kirî û ji tovên kundir 9 dendik di baxçeyê xwe yê navçeyê da danî.
Ji 9 dendikên ku Murat di baxçeyê xwe yê 200 mêtreqareyî da danî, jê 6 dendik hêşîn bûn û jê kundirên 50 û 60 kîloyî çêbûn.
Murat dendik di meha gulanê da danîn û tu gubre jî nedayê, timî av da. Ji kundiran yek bû 60 kîloyî û ziyaretvanên baxçeyê Murat jî zêde bûn.
Ji ziyaretvanên baxçe Ahmet Demir (61) diyar kir ku axa Kebanê bi xêr û bereket e û ji bo vê jî di baxçeyê Rifat xoce da kundirekî 60 kîloyî gihîşt.
Demir diyar kir, welatî ji bo ku dendikên kundiran bixwazin û kundiran bibînin, baxçeyê Murat ziyaret dikin.