Türkan Tosun
26 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2020
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germa herî kêm di binê sifrê da bi 6 pileyî va li Goleya navçeya Erdexanê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa perçe ewrayî û kêmewrayî be.
Li herêmê germa hewayê li gor demsalê wê 2 û 4 pile zêde be, li aliyê başûr wê cî bi cî ewrayî be.
Li Goleya navçeya Erdexanê jî germa hewayê ya herî kêm di binê sifrê da 6 pileyî hat pîvan.
Bişev germa hewayê ya herî kêm di binê sifrê da li Erdexanê 3 pile, li Qers û Agiriyê sifir pile, li Erzinganê pileyek, li Erziromê 2 pile û li Îdirê jî 6 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 24, li Erzincanê 23, li Agiriyê 21,li Qersê 20, li Erzirom û li Erdexanê jî 19 pile tê payîn.