20 Hezîran 2016•Rojanekirin: 20 Hezîran 2016
ELAZIG
Li Elezîzê tren û mînîbusek li hev qelibîn. Li gor agahiyên ewil di qezayê de 9 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan trena Vangolu Expresî ya ku di navbera Tetwan û Enqereyê de sefer dikir, li mînîbusa ku plaqeya wê 23 DF 622 e qelibî.
Di qezayê de li gor agahiyên ewil 9 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Waliyê Elezîzê Murat Zorluoglu hat cihê bûyerê û der barê qezayê de lêkolînan kir.