Elif Orhan
2016 ж. 10 маусым•Rojanekirin: 2016 ж. 11 маусым
GAZÎANTEP
Ew kesên ku karê wan hişkkirina sebzeyên wekî îsot, kundir û bacanên ku zivistanê bên xwarin e ji bo ku baranên havînê yên ku sebzeyên wan ên ji bo hişkbûnê hatine daliqandin xira neke dia dikin ku nebare.
Îsot, bacan û kundirên ku rojane ji Hala Sebzeyê ya Gazîentabê tên sitandin li nav taxana bi destê kebaniyan û keçikên xama ji tovên wan tên paqijkirin û pişt re wan dibin aliyên bejî û tavê zêde dibînin yên bajêr. Vir li her tayê 50 sebze lê rêz dikin, bi rotikên ku taybet hatine amadekirin ve tên girêdan û li bin tavê têne hişkkirin.
Sebzeyên hişkkirinê eraziyên bejî rengîn dikin û bi vî awayî jî bala wênekêşan dikşîne.
Tirsa herî mezin a muteşebisên ku sebzeyan hişk dikin jî barana havînê ye ji ber ku sebzeyên ku amade dikin di navbera 3 an 15 rojan de hişk dibin û ji bo firotinê amade dibin.
Kesên ku sebzeyan hişk dikin heyamên ku hewa zêde germ dibe û mirov jê aciz dike wekî "heyamên bi bereket" bi nav dikin û ji ber ku dizanin heke av li sebzeyên daliqandî bikeve dê xira bibin ji bo ku baran nebare dia dikin.
- "Em dibêjin qismet û sebzeyan dialiqînin"
Ji kesên ku sebzeyan hişk dike yên li Gazîentabê Necatî Karakuş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ev 40 sal in ku vê pîşeya ku ji bavê wî maye dike.
Karakuş destnîşan kir ku baranên havînê yên ku ji bo her kesê bereket e tirsa wan a herî mezin e û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Barana havînê hikmeteke Xwedê ye. Mirov nizane ka dê kengî bibare. Em dibêjin qismet û sebzeyan wisa dialiqînin û dest bi hişkkirinê dikin. Heke baran bibare dê hemû xisar bibînin û xira bibin. Wek mînak hefteya borî baran bû sedem ku ez 60-70 hezar lîre zirar bikim. Lê ev jî qismet e. Tiştekî ku em bikin tune. Rizqê me ev qas e."