AGRI (AA) - Hîkmet Hanbaba bi salan e ku li herêmê masiyên deqsor dikire û bazirganiya wan dike. Hanbaba daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku welatî ji bo derman van masiyan distînin û ew jî heba masiyan di navbera 80 û 100 lîreyî de difiroşe. Hanbaba destnîşan kir ku masiyên deqsor ji masiyên kalkan bihatir e û kîloya wê bi 200 lîreyî tê firotin.
Masiyên deqsor di nav keviran de dijîn û ji ber vê jî girtina wan gelekî zehmet e. Hanbaba jî li ser zehmetiya girtina masiyan sekinî û got: "Girtina masiyên deqsor gelekî zor e. Em di rojekê de 5 yan jî 10 masiyan digrin û wan jî dicemtînin. Em masiyan difroşin kesên ku siparişê didin. Ji çar aliyê Tirkiyeyê welatî ji me van masiyan dixwazin."
Hanbaba ji kesên ku bi nezanî torên xwe diavêjin û van masiyan digrin gilîdar e, lewra heke ev nezanî dewam bike dê cisnê masiyên deqsor li Agiriyê biqele.