04 Gulan 2016•Rojanekirin: 05 Gulan 2016
HAKKARÎ
Li Hekariyê, welatiyên ku li gundê nêzî Çemê Zapê dijîn, bi masiyên ku ji çêm digirin, debara xwe dikin.
Şêniyên gundê Çîmenlî û Uzumcuya ser rêbeja Hekarî-Şirnexê, bi sepetên ku bi têlên elumînyûmê çêkirin, ji Ava Zapê masiyan digirin.
Ji welatiyan Veysel Çîftçî ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew ji Ava Zapê masiyan digirin û wiha dewam kir:
"Em selikên xwe çêdikin. Em van selikan serê sibê ji bo masî bikevinê diavêjin avê û êvarê ji avê derdixin. Masiyên ku bikevin selikê jê derdixin. Em him serê sibê him jî êvarê vî karî dikin. Em di rojekê da 2-3 kîlo masî digirin. Bi vî awayî heqê nanê me derdikeve."
Ji welatiyan Sedat Er jî got ku dahata wî tuneye, ji bo debara xwe bike masîvaniyê dike.
Er wiha got: "Qet nebe em xerceya xwe qezenc dikin. Li gund zeviyên me tunene. Em li vir masiyan digirin. Çi bi destê me ket, em şikir dikin. Carina kîloyek carina jî 4 kîloyan digirim. Kîloya masiya bi 8 lireyî difiroşim."