04 Gulan 2016•Rojanekirin: 09 Gulan 2016
BITLÎS
Li Xelata navçeya Bidlîsê Muhyettîn Tanişê hosteyê keviran 30 sal e debara xwe bi kevirên ku bi muc û varyozan va ji herêmê derdixe va dike.
Kevirê Xelatê hem di çêkirina avahiyên herêmê da tên bikaranîn hem jî bi wan va avahiyên dîrokê tên restorekirin. Eva keviran hem estetîk xanê dikin hem jî deng, serma û germahiyê derbas nakin. Li herêmê xanî, mizgeft, minare, kanî, kemer û pire bi kevirên Xelatê tên çêkirin û gelek kes bi derxistina van keviran debara xwe dikin.
Bi germbûna hewayê va hosteyên keviran dest pê kirin keviran ji erdê derdixin. Hoste bi rê û rêbazên ku ji kal û bavên xwe hîn bûne va bi muc û varyozan va kevirên sipî, reş û sor ên ku taybetiyên wan cuda ne ji erdê derdixin.
- "Nîvê emrê min bi kevirderxistinê derbas bû"
Tanişê Hosteyê keviran daxuyanî da nûçegihanê AAyê û di yar kir ku ji ocaxan derxistina keviran zehf zor e. Taniş destnîşan kir ku kevirên Xelatê bi zora milan ji erdê tên derxistin û ji bo vê quweteke mezin lazim dike.
Taniş diyar kir ku destê sibê dest bi kar dikin û wiha axivî: "Ji bo debarê bi rêyeke min heye ew jî karê keviran e. Ez bi vî karî debara mala xwe dikim. Heta ku emrê min têrê bike ez ê wek hosteyê keviran bixebitim. 60 salî me, 30 sal e vî karî dikim. Nîvê emrê min bi kevirderxistinê derbas bû. Serdema derxistina keviran di meha nîsanê da dest pê dike û meha mijdarê da diqede. Di seranserê serdemê da 5-6 hezar lire pereyî qezenc dikim."