Du birayên bi navê Îbrahîm Aydin (8) ê ku diçû pola duduyan û Murat Aydin ê (12) ku diçû pola çaran, ji bo ku herin dibistanê 11ê gulanê ji Mala Sêwiyan a li Agiriyê ya ku lê diman derketin. Tîmên polêsan xebat dane destpêkirin ku zarokên winda bên dîtin.
Piştî ku welatiyekî got ku wî zarok li cihekî dîtiye tîmên polêsan û mixtarê taxa Adnan Menderesê Velî Dag lêgerîna xwe domandin û zarok dîtin. Tîman zarok birin Midûriyeta Ewlekariyê ya Taşliçayê û hat daxuyandin ku piştî karên wan li ewlekariyê qediya ew dê wana teslîmê mala sêwiyan bikin.
Velî Dag ji rojnamevanan re daxuyand ku zarokan gotine ji ber ku bavê wan li wan nanihêre ew dane mala sêwiyan. Dag wiha axivî:
"Ez bi zarokan re axivîm. Gotin ku ew li wir kutanê dixwun û bi ava sar ve serê wan tê şûştin. Ji ber vê derketine ser rêya hawîrdor û wesayîtek dane sekinandin. Tirek sekiniye û zarok birine Taşliçayê."