Haydar Şahin
08 Sibat 2019•Rojanekirin: 12 Sibat 2019
AGRI
Gundiyên li Agiriya hewaya wê sar e bi heywandariyê nanê xwe bi dest dixin ji bo heywanên xwe alif bikin her roj derdikevin rêwîtiyeke dijwar.
Li Herêma Rohilatê Anadoluyê ji ber hewaya sar heywandar tengasiyeke mezin dikişînin.
Heywandarên li Tokluya Jêr a gundê Taşliçaya navçeya Agiriyê ji bo giha û ji kaya havînê dane ser hevdu bînin pê heywanên xwe alif bikin her roj derdikevin rêwîtiyeke dijwar.
Heywandarên li gundê ku germahiya hewayê lê dadikeve di binê sifirê da 20 pileyî her roj diçin çiyayê kîlomêtreyekî dûrî gund ka û gihê hin caran bi piştan hin caran jî didin ser brandayan û tînin malên xwe.

Mehmet Bulut heywandar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo heywanên xwe alif bikin her roj li dijî berf, bager û sermayê li ber xwe didin.
Bulut destnîşan kir ku qalindahiya berfa herêmê zêde ye ji bo vê jî ka û gihê diavêjin ser brandayan û ji erdê ra dikişînin û tînin û wiha pê da çû: "Ez ji 30 saliya xwe vir da gihê dikişînim. Em havînê ka û gihayê xwe dixin balye li çiyê dixin lod. Nika jî gihê bi brandayan dikişînin nav gund. Tengasiya me mezin e."
Muhemmet Aktaşê bi brandayê giha dikişand jî got li gor par îsal berf zehf zêde ye ji ber vê jî zihmetiyeke mezin dikişînin.
Aktaş destnîşan kir ku li Agiriyê zivistan bi zor û zehmetî derbas dibe û wiha axivî: "Em havînê gihayê xwe dikişînin qada kîlomêtreyekê dûrî gund û li wê derê dixin lod. Heywanên me di hundir da birçî ne, heke em gihê neynin nabe. Zehmetî zêde ye lêbelê em heywandar in, ji destê me tiştekî din nayê. Dema gihê bi brandayê dikişînin barê me sivik dibe. Qet nebe ji ser berfê ra dişiqite."